Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî: Heke rêkevtina sîyasî nebe şerê rizgarkirina Mûsilê jî nabe

Yekîtî Media 15/9/2016

Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, ragehand pêdivîye rêkkevtineka berdem  bo kontirolkirina Mûsilê û hoşdarîyê jî dide ku heke rêkkevtineka sîyasê nebe, şerrê rizgarkirina Mûsilê jî nabe.

Di dîdarekê de li gel rojname ya Lomond Firansayî,  Barzanî li ser pirsa şerrê Mûsilê ragehand: Heya niha hêza Pêşmerge, Hêzên Îraqî û çekdarên  deverên Sûnneyan pişkdarîyê dikin, lê bo pişikdarî ya Heşda Şeibî, divê pirsa xelkê deverê bihê kirin. Herweha Barzanî xuya jî kir ku Pêşmerge nevêt biçe di nav Mûsilê de û heke biçe jî têde namîne.

Barzanî li ser pişikdarîkirina supayê Turkîyayê aşkera kir ku supayê Turkîyayê pişkdarîyê di operasyûna rizgakirina Mûsilê nake.

Li ser encamdana rifandomê û arîşeyên sîyasî yên hindûr Herêma Kurdistanê, Barzanî got: Pirsa rifrandomê û serxwebûna Kurdistanê peywendî bi arîşeyên hindûrî yên partêyan ve nîne û ev herdû pirs nabe ji hev bihê cudakirin.

K24

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button