Break newsNûçeslide

Barzanî: Gelê Kurdistanê alîkariya Fransa û serdana Holland jibîr nake

Yekîtî Media 29/5/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya Mark Barety Balyozê Fransa li Iraqê û Dominique Mas Konsolê Fransa li Hewlêrê kir û ragihand, gelê Kurdistanê ti carî alîkariyên Fransa di rojên teng de bi taybet serdana serokê berê yê Fransa François Holland di meha Îlona 2014 de bo Herêma Kurdistanê, jibîr nake ji ber ku ew serdan, serdaneke dîrokî bû.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di hevdîtinê de ku Balyozê Fransa li Iraqê bi mebesta malavayî û bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû li gotarek de spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştevanê erk û karên wî bûne û behsa siyaseta Fransa ya li piştî hilbijartina Serok Komar kir û tekezî li ser bi hêztir kirina peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Fransa li şerê dijî terorê û hemahengî û hevkariyên serbazî ya ji bo hêzên Pêşmerge de berdewam dibê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button