Break newsNûçeslide

Barzanî : Dewleta Iraqê berpirsê komkujiya Helebça ye

Yekîtî Media
Mesûd Barzanî bi boneya 30emîn salvegera tawana kîmyabarana bajarê Helebçe ragihand, dewleta Iraqê di ber komkujiya li wî bajarê berpirs e.
Barzanî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de hat: “Îro di demekê de hîna êş û azarên gelê Kurdistanê berdewam in, komkujiya Helebçe bibîr tînin, ji dil ve peyama hevsoziyê ji wan malbat û xweşewîstan ku ji ber bombebarana kîmawî li Helebçe şehîd bûn derdibirînim. Ev bone û bîranîna bi êş her di dil û derûniya me de dimîne.”
Barzanî nivîsie: “Her çiqas niha partiya Beis di desthilatê nemaye jî, lê ew tawan di bin banê dewleta Iraqê de pêk hat. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê berpirsyarê vê komkujiyê ye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button