Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barak Obama: Ez bi paşeroja Sûriyê ne geşbîn im

Yekîtî Media 21/11/2016

Serokê Amerîkayê Barak Obama derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê ragehand ku, ew negeşbîne kirîz wî welatî di demeke nêzîk de çareser bibe.

Derbarê vê yekê Serokê Amerîkayê Barak Obama piştî bi dawîbûna lûtkeya aborî ya welatên Asya û deryaya Hadî daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, ew derbarê kirîza Sûriyê û çareserkirina wê ne geşbîne.

Obama da zanîn ku, wî dilgiraniya xwe derbarê rijandina xwînê li Sûriyê ji Serokê Rûsyayê Veladîmîr Putîn re nîşan daye û daxwaz jê kiriye ku, ew şer were rawestandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button