Break newsNûçeslide

Bangewaziyek ji bo revenda Kurd li tevaya Ewropa bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriyê başûrê Kurdistanê

Yekîtî Media 3/10/2017

Weku wefadariyek ji xwîna şehîd û qurbaniyên gelê kurd re, em bang li revenda kurdî li tevaya Ewropa dikin ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li tevaya Ewropa ji bo piştgiriya biryara dîrokî ya gelê kurd li başûrê kurdistanê ya hatî standin bi encamdana giştpirsiyê û diyarkirina mafê çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.

Ji ber guhertin û pêşhatên niha li kurdistanê dibin, nemaze yên piştî serkeftina piroseya giştpirsiya dîrokî ya ji bona serxwebûnê hevdem digel guvaş û fişarên mezin û şerê piropagenda yên hikûmeta Îraqê digel dewletên herêmê yên dagîrker li dijî armancên gelê kurd yên ji bona bidestxistina azadî û serxwebûna xwe.

Wek nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî (ENKS) li Ewropa û digel Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK), û wek erkekî netewî û pêwîst piştgiriya gelê me li başûrê kurdistanê dibînin, lewra em gaziyê li revenda kurdî û partiyên siyasî yên kurdistanê û rêxistin û komeleyên lawan û sercem sazî û komîteyên komelgeha sivîl û rewşenbîr û mediyakaran dikin ku rabin bi lidarxistina xwepêşandanên girseyî li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li welatên lê dijîn, tevlî xwepêşandana li roja duşemê 09.10.2017 ya li pêşiya avahiya parlamentoya Ewropa li Beljîka (Biroksil) li demjimêr 11:00, hêvîdar in ji hemû dilsoz û xemxwarin doza xwe li heman rojê amade bibin li pêşiya wan balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka digel hilgirtina Ala kurdistanê bi tenê.

Xalên xwepêşandanê li Almaniya:

1- balyozxaneya Amerîka li Berlîn.

2-qonsilxaneya Amerîka li Miyonix (München)

3-qonsilxaneya Amerîka li Frankfurt

4- qonsilxaneya Amerîka li Düsseldorf.

5-qonsilxaneya Amerîka li Hamburg.

Herwiha li dewletên din xwepêşandan wê bêne lidarxistin li pêşiya balyozxaneyên Amerîka li paytextên wan welatan.

2-10-2017

Nûneratiya ENKSê li Ewropa

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button