Break newsNûçeslide

Bangewazî ji malbata rojnamevan Berzan Liyanî derbarê binçavkirina wî ji 2 mehan ve

Yekîtî Media 12/7/2017

Malbata rojnamevan Berzan Hisên ( Liyanî ), îro çarşemê, bangewaziyek ji rêxistinên mafên mirovan re û yên berevaniyê di ber mafên rojnamevanan de rêkirin, piştî 2 mehan li ser binçavkirina wî ji rex istxbaratên girêdayî YPG baskê leşkerî yê PYD li bajarê Rimêlanê, û di bangewaziyê de doza serbest berdana wî kirin.

Di bangewaziya ku çapek jê gihişt Yekîtî Media de hat, Berzan roja şemê 13ê meha gulanê 2017 hate binçavkirin dema ku Ji Girkê Legê diçû Rimêlanê ji bo telefonekê li ser tora Korek ya Iraqî bi xizmekî xwe re bike ku li herêma Kurdistana Iraqê rûdinê.

Bangewaziyê anî ziman ku Berzan ji rex istxbaratên YPG hat binçavkirin û ligel turumpêla wî ew birin navenda istxbaratn li bajarê Rimêlanê li gor hin xelkên bajêr yên ku bi çavên xwe dîtin, û piştî heftiyekê malbata Berzan hat agahdarkirin ku Berzan li nik istxbaratên YPG binçavkirî ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button