Break newsNûçeslide

Balafirên Tirkiyê nexweşxneya Aferîn bombebarankirin

Yekîtî Media
Nexweşxaneya Aferîn li bajarê Efrînê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve tê bombebarankirin, ji ber bombebaranê 16 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û bi dehan birîndar hene.
Li gor medyaya nêzîkî YPGê nexweşxane bûye armanca sê roketan û ji ber vê ziyaneke mezin li nexweşxaneyê ketiye û hat ragihandin ku ji ber êrîşê 15 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan kes birîndar bûn.
Nexweşxaneya Aferîn mezintirîn nexweşxaneya herêma Efrînê ye. Bombebarankirina nexweşxaneyê di demekê de ye ku ji ber êrîşên Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên girêdayî wê gelek birîndar di wê nexweşxaneyê de têne dermankirin.
Herwiha îro ji ber bombebarana firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê 21 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û 45 welatî jî birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button