Break newsNûçeslide

Balafirên Rûsî li Dêrazorê DAIŞ bombebaran kirin

Yekîtî Media 21/1/2017

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand ku, Balafirên wê pêgehên DAIŞê yên li Dêrazorê armanc kirin.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê derbarê bombebaranê de daxuyaniyek ragihand, îro Balafirên wê yên ji cura Tu-22M3 ku ji Rûsyayê de rabûne pêgehên DAIŞê yên li Dêrazorê armanc kirin û hemû armancên ku hatibûn diyarkirin, hatin rûxandin.’

Daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê da zanîn ku, Firokeyên ku li armancên DAIŞê didan ji aliyê firokeyên şer yên Su-30SM û Su-35S yên ku ji baregeha Himêmîma Sûriyê ve rabûne, hatin parastin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button