Gotar

Axa bûye bostan, em bûne çi nizanim

Nûrî Çelîk

Axayê gund nexweş dikeve, radibe bang xulamê xwe dike û dibê:

„ Here cem textor û jê re bêje axayê min nexweş e, bela bê“.

Xulam dibê:

„Baş e axayê min, heger textor pipirse û bêje nexweşîya axayê te çi ye, ez çi bêjim?„.

Axa dibê:

„ Bêje serê axayê min dêşe, bûye wek kundir. Zikê axayê min werimî ye, bûye wek çewalê petêxan. Dest û pîyên axayê min pûç bûne, bûne wek xeyarên perçiqî. Lingên axayê min werimî ne, bûne wek bacanên reş. Pozê axayê min diherike, bûye wek bîra nav bîstên. Her du guhê axayê min bel bûne, bûne wek ferşikên nav erd. Zimanê axayê min sor bûye, bûye wek îsotên sor. Çavên axayê min sor bûne, bûne wek bacanên sor. Tilîyên axayê min dirêj bûne, bûne wek tirozîyan. De here û zû vegere„.

Ê xulam ma behitî, wê çawa van tiştan di hişê xwe de bigire û ji textor re bêje, nizane.
Rabû ji axê re got:

„Axayê min, ez nikarim vaqas tiştan di hişê xwe de digirim, hema ezê ji textor re bêjin axayê min bûye bostan (parêz, mixtî) û hew„.

Xuyaye ev jî mesela me Kurdan e. Em ne tenê bûna bîstan, em bûne bîstanê bê nehtorî, bûne tixûbê (sînorê) bê dergevan, bûne pezê bê şivan, garana bê gavan.

Bakur beravêtî kirin, bi paradîgmayên dûrî nirxên civata Kurd tar û mar kirin. Rojava dîsa bi lîztikan firotin, bê qeyd û şert teslîm kirin. Derfeta ku ketibû destê Kurdan kirin bi qurbana bratîya gelan, bi qurbana xelkê. Xwestin û dixwazin Başûr jî bi heman dek û dolaban û ji bo berjewndîyên dagîrkerên Kurdistanê ji hev bixin, bifroşin û rê li ber devletbûna Kurdan bigirin. Û Rojhilat ji xwe serê rimê ye, hinek ji niha ve neyartîya serxwebûn û cudabûnê dikin.

Baş e em nebin bîstan wê kî bibe!
Em nebin pezê bê şivan wê kî bibe!
Em nebin garana bê gavan wê kî bibe!

Pelûla ku bi serê me de rijiyaye bi serê kesî de nejirijaye.

Li tu welatekî dinyayê partîyek ku li ser navê wî miletî û ji bo azadî û serxwebûna wî miletî şer kiribe, bi hezarê şekîdan dabe, neyartîya milet û welatê xwe nake. Lê yên me dikin.

Li tu welatî doza milet û welatekî qurbanî xwefiroşîya serokan nehatiye kirin. Lê yên me dikin.

Li tu welatî partîyên mixalif ker û kor û lal nabin, ji desthilanîn nakevin û nabin şirîkê siyaseta kujerên xwe. Lê yên me dibin.

Wek dibêjin, heçê betal e, ji xelkê re dibe pale.

Ji xelkê re siyaset ne hobî ye, xebat e, berdêl e, bidestxistina derfet û armancan e. Lê ji me re siyaset bûye hobî, bûye karê betalan. Helbet emê ji xelkê re bibin peya û pale.

Em nebin bostan wê kî bibe!

Mejî çelqiyaye, çav pêşîya xwe nabîne, dest û ling ji qidûm ketine, taqat di laş û bedenê de nemaye, hêvî şikestî, hestên netewî têk çûne, têk dibin. Û hîna jî em xwe wek dêwê heftserî dibînin.

Carna ez xwezîya xwe bi axê tînim. Bûbe bostanê nexweşîyê jî, tenê ye, kesek e. Lê em wek kesayet, wek milet, wek partî û rêxistin bi nexweşîya bostên ketine. Deverek me saxlem nemaye, kurmîbûn ji me diherike. Û kurmîbûn jî tuxmê (bizrê) kurmên darê zêdetir dike. Heger rê li ber neyê girtin, emê ji nexweşîya bostên derbasî nexweşîya kurmîstanê bibin.

Adolf Hîtler xweş gotiye.

„Her tişt tê efû kirin, lê xiyanet nayê efû kirin„.

Ev gotina wî ye.

Tu dibê qey ji bo me gotiye.

Û li dinyayê, xiyaneta herî mezin jî di nav me Kurdan de dibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button