
Avê da bin Tirkan
Hemî xwênerên dîrokê dizanin, ku hebûna kurdan, li rojhilata navîn, ji beriya hebûna Ereb û Tirka ne, Ereb di sala/641/an de, hatine Kurdistan, Tirk jî di sala/1071/an de hatine Kurdistan, û herdiwan kurd û Kurdistan dagirkirine.
Ji destpêka dagirkirinê de, herikandina xwîna kurdan ne rawesta ye, weha kuştin û talankirin jî berdewame, bê rawestan, herdû milet, beyabanîbûn, birçîbûn, jiyana wan li ser talankirina miletan bû.
Dû şerên mezin yên cihanî rûdan, di encamê de kurd bi tinê bê par man, xaka welatê wan, li ser Tirk, Ereb û Farisan hate parvekirin.
Çinku desthilatên li rojhilata navîn, bêhtirên wan ne rewa ne, nezanin, nikarin welatên xwe ava bikin, li gorî yasayên nêvdewletî, bi rengekî rewa, dademendî û hevpişkî, ew rijêm mane di bin tirsê de, weke kesekî diz, her bayek dirabe, textên wan dihejine, di lerizine, lewra wan gelên di bin desthilatiya xwe de, diprçiqînin, di bibn guvaş , sitemkarî û hejariyê de dihêlin, bi taybet, dema dibînin ku kurd bê piştin, bê bask û perin, weha rûpelên dîrokê dîdarin, weku mînak: Helebçe, kobanî, Dêrsim û şingal.
Îro erdhejeke mezin li rojhilata navîn rû dide, textê sitemkariyê ser û bin dihejîne, dengê zîqêna şûran û xenceran bilind dibe, toz û dûmana topan û rokêtan mejî û çavên sitemkaran û dagirkeran kor kirine, rih û şaşikên wan di bin toz û dûmanan de dimîne, di meydanê de dengê gelê kurd bilind dibe, ragihandina cihanî alîkare ji kurdan re, Tirk bi çavên xwe dibînin rewşa hevsînorên xwe, ereb û faris liber man û nemanê ye, lewra bi lez û bez, li hev dicivin, rast, çep û oldarên wan, dibînin, mayinek qunbileyek, bumbeyek di nav wan deye, ewjî pirsa kurde, li nav hevdû gengeşe dikin, lehî li ber deryê wa ye, av gihaye riha wan, pirsa kurdan, ku ew hezar salbûn, binpê dikirin, di veşartin, lê îro kurdên dêw, ji gumgumê derket.
Îro bi hesanî pirsa kurdan tê ser maseyên cihanî, Tirk xwe dibînin ku li ser dorê ne, ew demên ku kurd dikuştin, û ji wan re dima, îro ne ew deme,demeke nû hatiye, hoyin nû peydabûne, têne meydanê, lewra berê xwe didine xap, rîp û pîlanan, gih bi navê dîmoqratiyê, gih binavê biratiya kurd û tirkan, gih binavê misilmantiyê, bi her awayî, da ku pariyê hingivîn, her dem li ser sifra wan be.
Rewşa dewleta tirkan îro zor nexweşe, gelê tirkiya di astengî û pirsgirêkên tîvel de dijîn, rewşa hejariyê, binpêkirina mafên mirovan, pirsa kurd û nakokiyên desthilat û rikberan, lê serêşa herî mezin ewe, pêşveçûn û destkeftên dewleta Israîl di herêmê de, lewma dema rijêma serokê Sûriyê Beşar Esed hate rûxandin, Receb Erdoxan got: Israîl gihişte sînorê me, ev tê wê wateyê ku kabokên Teyib ji tirsa dilerizin, rayedar û berpirsên tirkan bi lez û bez berê xwe dane kilîta çareseriyê ewjî pirsa kurd e, bi tinê kurd dikarin weku zemanên kevin, Tirkan azadbikin ji tirsê.
Nexşên nû wê bên danînê, ji rojhilata navîn re, pirsa kurdan û çapêça wan amadeye li ser hemî maseyan, çi serxwebûn be, konfedralî be, yan fedralî be, weku başûrê Kurdistan, wê kurdên bakur nema bêne xapandin, bi dirûşmên biratiyê, dîmoqratiyê û misilmantiyê, ew gelê kurd ku li ser xaka xwe dijîn û li ber xwe didin, navê kurd û Kurdistan divêt eşkere û berz û bilind bibe.
Adilê Evdille.



