Break newsNûçeslide

Asayişa PYDê keça 11 salî ”Dîlan” serbest berda

Yekîtî Media 13/3/2017

Doh li bajarê Dêrikê zarokeke 11 salî ji aliyê Asayişa PYDê ve hat binçavkirin.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Yekîtî Media, zaroka 11 salî ya bi navê Dîlan Hacî Ehmed bi sedema ku cilûbergên Pêşmergeyan li xwe kiribû, ji Aliyê asayêşa PYDê ve hate binçavkirin.

Li gor wan zanyariyan, dema ku xelk berve mezara şehîdên serhildana 12 Adarê ve diçûn, alozî di navbera Asayişa PYDê û xelkê de dirketin.

Asayişa PYDê li Dêrikê piştî çend demjimêran ji binçavkirinê keça 11 salî Dîlan Hacî Ehmed serbest berdan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button