Break newsNûçeslide

Asayişa PYD welatiyê Kurd Ebdilsemî Ezîz li Qamişlo binçavkir

Yekîtî Media 2/3/2017

Doh çarşemê, asayişa PYD li bajarê Qamişlo welatiyê Kurd Ebdilsemî Ezîz binçavkir, ku berî çend rojan ragihandibû ku dixwaze gurçika xwe bifroşe bo dabînkirina qûtê zarokên xwe.

Hevjîna Ebdilsemî ji Yekîtî Media re ragihand, ku asayişa PYD li Qidûr Bek ji Ezîz xwest ku serdana wan bike jibo hin pirsyar, lê ew ta niha venegeriya ye.

Hêjaye gotinê ku Ebdilsemî Ezîz ragihand ku dixwaze gurçika xwe bifroşe, piştî ku 43 milyon lîre sûrî jê hat xwarin , û dageha rêveberiya xweser ya PYD ji aliyê din yê dozê re layingerî kir .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button