Break newsNûçeslide

Asayişa PYD mangirtina xwecihiya ENKSê li Kobanê bi zora çekan jihevxist

Yekîtî Media 28/10/2017

Çekdarên partiya Yekîtiya demokrat PYD , îro dûşemê êrîş birin ser mangirtina xwecihiya ENKSê li Kobanê û bi zora çekan ew jihevxistin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Kobanê ragihand, ku asayişa PYD bi çekan êrîşî mangirtinê kirin û ew jihevxistin, û gotinên xirab li dijî herêma Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî kirin.

Xwecihiya ENKSê li Kobanê ji bo piştgiriya herêma Kurdistanê li dijî êrîşên heşda şabî derketibûn mangirtinê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button