Break newsNûçeslide

Asayişa PYD li Girê Spî serkirdeyekî partiya Yekîtî binçavkir

Yekîtî Media 13/6/2017

Asayişa PYD endamê Komîta herêmî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Cuma Bavê Awaz ji gundê Bexdek li bajarê Girê Spî binçav kir.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media, asayîşa PYD endamê Komîta herêmî ya PYKS Cuma Bavê Awaz ji mala mirovekî wî dema sersaxî ji bavê şehîdekî re dixwest û beşdarî di şîniya wî de dikir li gundê Bexdek li bajarê Girê Spî binçav kir.

Tê zanîn ku, Cuma Bavê Awaz li Tirkiyê dijî û bi serdanekê hatiye gundê xwe yê ser bi bajarê Girê Spî ve, da ku karûbarên xwe bi rê ve bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button