Break newsNûçeslide

Asayişa PYD êrîşî kongireyê ENKSê yê çarem kir û nehişt ku lidar bikeve

Yekîtî Media 7/11/2017

Kongira Encûmena Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku biryar bû îro li bajarê Qamişlo hatiba girêdan, bi sedema êrîşa hêzên Asayişa PYD û ciwanên şoreşger nehat girêdan.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo, hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongir bibin û siloganên li dijî ENKSê avêtin.

di heman dema girêdana kongirê ENKSê de, bombeyeke dengî 400 metroyî li nêzîkî hola kongir hate teqandin.

Edamên ENKSê mangirtinek li pêşiya avahiya netewên yekgirtî li Qamişlo lidarxistin, lê ew rastî êrîşên ciwanên şoreşger yên girêdayî PYD hatin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button