Break newsNûçeslide

Asayişa PYD berdewam e di binçavkirina ciwanan de jibo leşkeriya bizorê

Yekîtî Media 6/1/2017

Asayişa girêdayî partiya Yekîtiya Demokrat PYD berdewam e di binçavkirina ciwanan de li ser rêbendan, herweha komînên PYD li devera Koçerat li gundewarê Dêrikê û piştî serjimêriya sala 2016an , agahdareyan ji ciwanan re dişînin malên wan jibo ku tevlî leşkeriya bizorê bibin.

Ciwanekî ji gundên devera Koçerat ji Yekîtî Media re ragihand, ku agahdarî gihşt mala wî bi riya komîna gund , lewre ew naçare ku koç bike jiber ku ew nebawer e bi leşkeriya PYD.

Herweha asayişa PYD ciwanê bi navê Rêber Silêman Tehlo ku ji Girkêlegê ye, li bajarê Hesekê binçavkirin bi behaneya leşkeriya bizorê, li tev ku ew xwendekarê zanîngeha Yasa ye li Hesekê.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button