Break newsNûçeslide

Asayişa PYD 5 girtiyên siyasî li Efrînê serbest berdan

Yekîtî Media 7/5/2017

Asayişa PYD li Efrînê 5 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji girtîgehên xwe azad kirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê li Efrînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, endamên wê partiyê Mihemed Mistefa, Nebî Horo, Ednan Cabo, Emar Cencî îro ji girtîgehên asayişa PYD hatin azad kirin.

PDK-Sê amaje bi wê kir, ku ew endamên ku îro hatine azadkirin, roja 4 Adara borî ve piştî bûyerên li Xanesorê ji aliyê asayişa PYD ve hatibûn girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button