Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê û hevpeymanên wê Efrînê topbaran kirin

Yekîtî Media 26/7/2017

Topxaneya artêşa Tirkî û hêzên çekdar ên hevpeymanên wê gundewarên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê ragihand ku Topxaneya artêşa Tirkî gundên nahiya Cindêrisê topbaran kirin, herwiha balefiran jî ew navçe bombaran kirin.

Li gorî çavkaniya ji Efrînê, hêzên çakdar bi alîkariya artêşa Tirkî ji 3 aliyan êrîş birin ser gundewarên Efrîn û Şehbayê.

Cihê êrîş birine ser ev in: Şêx Hilal, Eyn Deqne, Tel Refhet, Şêx Îsa, Herbil, Simûqe, derdora Bendava Şehbayê, Tel Medîq, Hisyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button