Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê gundên devera Şehba ji xelkê vala dike

Yekîtî Media 1/7/2017

Artêşa Tirkiyê gundên li devera Şehba ji xelkê vala dike û amadekariyên destpêkirina operasyoneke leşkerî li wê deverê dike.

Berdevkê Desteya Berevaniyê ya PYD li Efrînê Fewzî Silêman li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kiriye, “Artêşa Tirkiyê xelkê ji taxa Başûr û taxa Rojava yên bajarokê Mariê vala dike. Herwiha gundên Hizwan, Sosyan, Numan, Birc, Kiêbê, Kefir Kelbîn, Til Malid, Silsanê, Eble û Twêhînê jî ji gundiyan vala dike.

Ev gava artêşa Tirkiyê di demekê de ye, ku medyayên Tirkiyeyê ragihandibûn, Artêşa Tirkiyeyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

Di heman demê de jî, Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak ragihandibû ku, divê YPG li Efrînê were jinavbirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button