Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê 500m derbasî gundewarê Efrînê bû

Yekîtî Media 15/2/2017

Jêderekî taybet ji bajarê Efrînê ji Yekîtî Media re ragihand ku artêşa Tirkiyê, doh sêşemê 14ê sibatê derbasî sînorê Kurdistana Sûriyê bû bi kurahiya 500m li derdora gundê Kurdo yê girêdayî navçeya Bilbilê li gundewarê Efrînê û bi sedên darên zeytûnan ji kok ve rakirin.

Heman jêderî tekezkir, ku artêşa Tirkiyê hêza xwe li ser sînor pir kiriye û hejmarek mezin ji zirpoşên giran aniye wê deverê, bi armanca ku avakirina dîwarê konkirîtî li ser sînorê di navbera Kurdistan Sûriyê û Kurdistana Tirkiyê de berdewam bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button