Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Artêşa Tirkiyê 20 tank şandin ser sînorê Sûriyê û qunaxa duyem ya operasiyona Babê destpêkir

Yekîtî Media 9/12/2016

Artêşa Tirkiyê 20 tank û hejmarek zêde wesayetên leşkerî şandin  bajarê Dîlokê ser sînorê Sûriyê.

Îro ji bajarê Stenbolê navçeya Maltepeyê ber bi bajarê Dîlokê li ser sînora Sûriyê ve  20 tank û hejmarek zêde leşker û wesayetên leşkerî hatin şandin.

Hat zanîn wesayetên leşkerî dê di çarçoveya operasyona Cerablûsê de werin bikaranîn.

Doh Artêşa Tirkiyê 300 leşkerên xwe di çarçoveya heman operasyonê de şandibû Sûriyê.

Herwiha hat ragihandin, îro qonaxa duyem a operasyona Babê ji aliyê “Mertala Firatê” ve hate destpêkirin. Herweha tê diyarkirin, ku heta Bab ji destê çekdarên DAIŞê neyê derxistin, operasyon bidawî nabe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button