Break newsNûçeslide

Artêşa Rêjîmê bi top û firokeyan êrîşî bingehên HSD li Dêra Zorê kirin

Yekîtî Media
ji duh ve artêşa rêjîma Sûryê li gel milîsên hevpeymanên wê, êrîşî bingehên HSDê dikin, yên li gundên Cinîne û Cî’a yên li bakurê rojhilatê Dêra Zorê hatibûn avakirin.
Hin jêderên haydar ragihandin, ku artêşa rêjîma Sûryê ji navçeyên Salihiyê û Hisêniyê, bi riya firoke û topan êrîşî wan bingehên HSD kirine.
Ev sêyem êrîş e ku di nav 3 rojan de, ji aliyê artêşa rêjîma Sûriyê ve, li dijî HSDê li Dêra Zorê tê encamdan, berî du rojan jî HSD ragihand, piştî ku artêşa Sûryê 4 gund li gundewarên Dêra Zorê kontrol kir, hêzên HSD dubare ew gundana ji destê rêjîmê derxistin”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button