Break newsNûçeslide

Artêşa Rêjîma Sûriyê daxwaz ji welatiyên Helebê dike ku vegerin malên xwe

Yekîtî Media 4/12/2016

Tevî wêraniya ku, li taxên rojhelatê bajarê Helebê qewmî Artêşa Rêjîma Sûriyê daxwaz ji welatiyên Helebê dike ku, li deverên kontirolkirî vegerin.

Derbarê vê babetê Serkirdayetiya Giştî a Hêzên çekdar li Sûriyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyên sivîl yên ji taxên bakur û rojhelatê Helebê ji ber şerûpevçûnan reviyabûn vegerin malên xwe piştî kontirolkirina wan ji derverê re.

Ji aliyê xwe ve ajansa nûçeyan a fermî SANA ku, ser bi rejîma Sûriyê ve ye tekez kir ku, bi sedan malbat vegeryane malên xwe li taxa Mesakin Henano, di heman demê de aliyên pêwendîdar li parêzgeha Helebê damûdezgehên geştûkuzariyê ji nû ve ava dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button