Break newsNûçeslide

Artêşa Rêjîma Sûriyê çekdarên DAIŞê li devera Meyadîn ya ser bi Dêra Zorê ve dorpêç dike

 Yekîtî Media 8/10/2017

Li gorî jêderên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, hêzên hikûmetê karîn îro devera Meyadîn ya li başûrê rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê dorpêç bikin, ku ji destpêka meha derbasbûyî ve hêzên hikûmetê bi piştevaniya Rûsya derbasî parêzgeha Dêra Zorê bûn û di deverê de pêşveçûnên balkêş encam dan.

Devera Meyadîn ji sala 2014an ve di bin destê çekdarên DAIŞê de ye û piştî êrîşa ser parêzgeha Reqayê, devera Meyadîn bû bingeheke giring û serekî ji çekdarên DAIŞê re, ku hijmarek ji serkirdeyên wê li gel malbatên xwe ji Reqayê ber bi wê deverê ve çûn û hêza xwe jî li wir xurt kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button