Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Artêşa rêjîma Sûrî binkeya Arak a stratejîk kontrol kir

Yekîtî Media 14/6/2017

Artêşa rêjîma Sûrî ragihand ku hêzên wê binkeya Arak a stratejîk li Himsê kontrol kirin.

Ajansa fermî ya hikûmeta rêjîma Sûrî ragihand ku Artêşa Sûrî got ku hêzên wê sêgoşeya Arak li gundewarê rojhilatê Himsê ji destê çekdarên DAIŞê derxistin.

Ajansa fermî ya hikûmeta rêjîma Sûrî li ser gotina çavkaniyekê ji Artêşa Sûrî ragihand ku hêzên Artêşa Sûrî li Badiyeya Sûrî li rojhilatê Himsê ber bi sînorê Iraqê ve, di pêşketinê de ye û sêgoşeya Arak û girên derdorê bi kûrahiya 3 km û panahiya 6 km kontrol kirine.

Li gorî ragihandina Artêşa rêjîma Sûrî, wan hewlên çekdarên DAIŞê ji bo vegerandina navçeyê têk birine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button