NûçeslideUncategorized

Artêşa Niştimanî li Efrînê doz li girûpên çekdar kir ku zeviyên welatiya biparêzin

Yekiti Media

Artêşa Niştimanî ya rikberiya Sûriyê  daxwaz ji tevaya grûpên çekdar yên li Efrînê kir ku hemû zeviyên zeytûnan radestî encûmenên xwecihî bikin

Desteya Erkanê ya Artêşa Niştimanî di daxuyaniyekê de hemû yekîne û grûpên çekdar yên li Efrînê hişyar kir, ku hemû milkên xelkê Efrînê biparêzin.

Di heman daxuyaniyê de hat  “çinîn û guvaştina zeytûnan ji erkê encûmenên xwecihî yên Efrînê ne û daxwaz ji yekîne û grûpan kir, hemû zeviyên zeytûnan yên giştî û yên taybet radestî encûmenên xwecihî yên Efrînê bikin”..

Daxuyaniya Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê ku îmzeya Eqîd Heysem Cemîl li ser bû, daxwaz ji hemû grûpan kir ku pabendî van biryaran bibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button