Break newsNûçeslide

Piştî ragihandina agirbestê aramî vedgere bajarê Hesekê

Yekîtî Media 24/8/2016

Şer û pevçûn di navbera yekîneyên parestina gel YPG û hêzên rêjîma Sûrî li bajarê Hesekê rawestiyan piştî ku rêkeftinek agirbestê di navbera herdû aliyan de li balafirgeha Himêmîm û bi serperiştiya Rûsiyayê hate cîbecîkirin.

Herwiha li gor agahiyên dawî ku çargoşeya ewlehiyê û çiyayê Kewke di bin kontrola rêjîmê de mane, lê aramî vegeriyaye bajêr û xelkên Hesekê ji sibeha îro de dest bi vegerê kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button