Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Angela Merkel daxuyanî li ser Încîrlîkê da

Yekîtî Media 25/5/2017

Şêwirmeda Almanyayê Angela Merkel ragihand, eger destûr nedin ku ji bo serdana leşkerên Almanyayê em herin Încîrlîkê, emê ji wê derê vekişin.

Hat ragihandin, ku Şêwirmeda Almanyayê Angela Merkel li Brukselê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dê hevdîtinek pêk bîne û di hevdîtinê de li ser wê mijara ku destûr nadin rayedarên Almanyayê herin serdana leşkerên welatê xwe, biaxive.

Merkel di daxuyaniya xwe ya beriya hevdîtinê de diyar kir: “Ji ber ku em xwedî artêşa parlementoyê ne, divê endamên encumena federal a Almanyayê herin serdana leşkerên me û ezê vê yekê bi awayekî aşkere ji Serokomarê Tirkiyê re bibêjim.”

Angela Merkel destnîşan kir, ku eger na, pêwîst e leşkerên Almanyayê ji Încîrlîkê derkevin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button