
Analîzek Li Ser Rewşa Emerîka-Îsraîl û Îranê!
Ji roja ku di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de şer despêkirîye û heta niha 60 roj zêdetir çê bû.
Li gorî rewşa herî dawî (dawiya Nîsan 2026):
Agirbesta di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de lawaz e û gelek caran agirbest tê binpêkirin. Ew di 8ê Nîsanê de bi navbeynkariya Pakistanê hate ragihandin (destpêkê du hefte), lê Trump ew dirêj kiriye da ku pêşniyazên Îranê bên amadekirin. Lê belê, danûstandinên li Islamabadê bi encam nebûne, blokeya deryayî ya Emerîkayê li ser benderên Îranê berdewam e û Îran jî kontrola xwe ya li ser Tengava Hurmuzê diparêze, an jî qedexê didomîne. Nakokî li ser du mijarên sereke ne:
1- Vekirina tengavê
2- Bernameya nukleerî (ronkirina uranyomê).
-Her du alî jî daxwazên hev yên bingehîn red dikin.
Rewşa niha ya Îranê
Îran di rewşeke pir dijwar de ye:
Ji hêla aborîyê de; şer û blokeya dualî (Îran tengav digire, Emerîka benderan blok dike) aboriyê pir xerab kiriye. Bihayê neftê zêde bûye (carinan derbasî 100 dolarî bûye), lê Îran nikare nefta xwe bi hêsanî bifroşe. Enflasyon zêde ye, rial lawaz bûye û hikûmet di tengasiyê de ye, ku mûçeyan bide. Zirara şer bi mîlyaran dolar e (binesazî, bender, fabrîqe hatine rûxandin). IRGC (Pasdaran) beşek mezin ji dahata neftê kontrol dike, lê blokeyê vê jî teng dike. Metirsiya nerazîbûnên navxweyî (protesto) heye, wekî yên berê di 2025-2026an de.
Ji hêla leşkerî de îran lewaz bûye. Hêzên Îranê (bi taybetî navy û drone) lawaz bûne. Gelek keştiyên mezin hatine rûxandin, binesaziya mûşek û droneê xerab bûye. Lê Pasdaran hîn jî kapasîteya êrîşên asîmetrîk (mîna dronan û proxiyan) diparêze.
Rewşa Hêzên Pasdaran (IRGC) û Rêveberên Siyasî
Piştî ku Ali Xameney destpêka şer de (28ê Sibatê 2026) hate kuştin, kurê wî Mojtaba Xameney wekî serokê herî bilind hate destnîşankirin, lê ew bi giranî birîndare û xwe dispêre IRGC (Pasdaran). Fermandarê IRGC Ahmad Vahidi roleke pir mezin dilîze û biryarên leşkerî-siyasî digire. Di navbera rêveberên siyasî û Pasdaran de nakokî hene û di asteke berbiçav de ne.
Rêveberên siyasî yên wekî Serokomar Masoud Pezeshkian, Wezîrê Derve Abbas Araghchi û Serokê Parlemanê Mohammad Bagher Ghalibaf nêzîkatiyeke pragmatîktir dixwazin: Dan û standin, vekirina tengavê ji bo rakirina blokeyê, alîkariya aboriyê û paşxistina mijara nukleerî di navbera wan de mijarên serete ne.
Hêzên Pasdaran (bi Vahidi re) nêzîkatiyeke hişk diparêze: parastina serweriya li ser Tengava Hurmuzê, berdewamiya bernameya nukleerî û redkirina tawîzan di bin zextê de. Ew aboriyê wekî “qurbanî” dibînin û hêza leşkerî/îdeolojîk xurt dikin û bipêş dixin.
Ev nakokî di civînên navxweyî de derketine holê. Pezeshkian hişyarî daye ku aborî dê rejîmê lawaz bike, lê IRGC ev fikar red dike û gotiye ku danûstandin “bêqîmet” e. Hin çavkaniyan dibêjin ku IRGC “konseya leşkerî” ava kiriye û hin biryarên hikûmetê asteng dike. Lê ev nakokî di nav “kampên radîkal” de ne, ne ku di navbera “reformîst û radîkalan” de. Hemû alî di dawiyê de li dora parastina rejîmê kom dibin.
Pasdaran niha desthilatdariya rastîn digire, nemaze di warê ewlehî û biryarên stratejik de. Ev rewş piştî windahiyên şer (kuştina fermandaran) hîn xurtir bûye.
Egera şerê nû dest pê bike Egera herî mezin şikestina dan û standinane, nemaze heta dawiya Nîsanê an destpêka Gulanê. Sedemên sereke:
1. Tengava Hurmuz: Îran pêşniyaz dike ku tengav veke ger Emerîka blokeyê rake û şer bi dawî bibe, lê mijara nukleerî paşde bimîne. Emerîka vê qebûl nake û gefa êrîşên mezin li ser binesaziyê dixwe. Ger tengav bi temamî were girtin an jî blokeyê bidome, şer dikare zû vegere qadê carek din.
2. Ronîkirina uranyomê: Emerîka dixwaze rawestandina dirêj (20 sal) û radestkirina stokên %60 (ku nêzî asta çekî ye). Îran vê wekî “xeta sor” dibîne û dixwaze stokên xwe biparêze an jî “down-blending” (Kêmkirina asta dewlemendîyê) bike. Ger Îran ronîkirinê bidomîne, Emerîka û Îsraîl dikarin êrîşên pêşîlêgirtinê bikin.
3. Binpêkirinên agirbestê û rola proxiyan (Hizbûllah, Haşdî Şabî û Hûsîyan)
Ger danûstandin bi encam nebin, metirsiya êrîşên nû (bi taybetî li ser bender û binesaziya nukleerî) pir zêde ye. Bandora girtina Tengava Hurmuzê li aboriya cîhanê, bandoreke xerab a mezin bi xwe re tîne.
Di Tengava Hurmuzê re %20 ya nefta cîhanê û gelek LNG derbas dike. Girtina wê bihayê neftê zêde dike (carinan derbasî 100-120 dolarî), enflasyonê çêdike û aboriyên Ewropayê, Asya û Emerîkayê dixe bin bandorê.
Ewropa bi taybetî bandor dibe (ji ber girêdayîbûna bi enerjiya Kendavê). Ev yek dibe sedema kêmbûna mezinbûna GDPyê ya gerdûnî.
Îhtîmala beşdariya Yekitiya Ewropayê, Îngilîstan û NATOyê di şer de Mumkûn e, lê di asteke tixûbdar de ye. Ne wekî beşdariya rasterast a leşkerî ya li dijî Îranê:
Ewropa (bi pêşengiya Fransa, Îngilîstan, Almanya – E3) û welatên din (ji 40 welatan zêdetir, di nav de Japonya, Koreya Başûr, Avusturalya) koalîsyonekê amade dikin da kupiştî agirbestê tengavê ewle bikin (mines clearing, parastina keştiyan, demining). Ev “misyonên parastinê” (defensive) ne, ne êrîşkar.
NATO: Sekreterê Giştî Mark Rutte gotiye ku 22 welat (piraniya wan endamên NATOyê) li ser vekirina tengavê dixebite. Lê gelek welatên Ewropayê red kirine ku beşdarî blokeya Emerîkayê bibin, an jî rasterast şer bikin. Ew dibêjin “ev ne şerê me ye” û tenê piştî agirbesteke domdar û lihevkirinê amade ne.
Îhtîmala beşdariya tam a van di şer de kêm e. Ewropa dixwaze aramiya enerjiyê, lê naxwaze bi Trump re di operasyona berfireh de hevkar be. Rolên wan wê bêtir lojîstîk, deryayî û piştgirî be, ne êrîşên hewayî an bejahî.
Bu kurtayî:
Rewşa Îranê lawaz e (aborî + leşkerî), lê rejîm bi saya Pasdaran hîn li ser piyan e. Nakokiya di navbera pragmatîstên siyasî û hêzên IRGC de heye, lê ew nakokî di bin sîwana parastina “nîzamê” (sîstem) de dimîne. Egera şerê nû herî zêde ji nakokiya Tengava Hurmuzê + Nukleerê derdikeve – ger yek alî “xeta sor”ê derbas bike.Girtina tengavê aboriya cîhanê dixe bin bandorek mezin, lê Ewropa û NATO dixwazin tenê piştî agirbestê roleke parastinê bilîzin, ne ku rasterast beşdarî şer bibin.
Danûstandinên niha (bi navbeynkariya Pakistanê) krîtîk in; ger di nav çend hefteyan de bi encam nebin, metirsiya destpêkirina şer pir zêde dibe.
Şeyhmus Ozzengin/28.04.2026
Bi silav û rêzan re.



