Break newsNûçeslide

Amûdê: ji bo şermezarkirina berdewamiya binçavkirina siyasetmedaran ji hêla PYDê mangirtin

Yekîtî Media 13/9/2016

Doh li bajarê Amûdê di yekem rojên cejna Qurbanê de, bi dehan kes beşdarî mangirtinekê li pêşiya bargeha PDK-S bûn, ji bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYDê de, herweha beşdaran wêneyên girtiyan bilindkirin.

Enwer Naso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd ji Yekîtî Media re ragihand, ku ew dê berdewam bin di çalakiyên xwe yên aştiyane de da ku hemû girtiyên siyasî di zindanên PYDê de serbest bêne berdan, Naso doz li hêzên Kurdistanî û civaka navnetewî kir ku fişaran li PYDê bikin da ku siyasetên xwe yên çewt li dijî miletê Kurd rawestînin.

a1 a2 a3 a4

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button