NûçeRaportslideUncategorized

Amûdê Bîranîna Şeşemîn ya komkujiya xwe vejand

Yekiti Media

Li ser vexwendina xwecihiya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarê Amûdê bi dehan welatî li ser goristana Şermola kombûn û bîranîna şeşemîn ya komkujiya Amûdê  roja Pêncşemê 27-6-2019  vejandin.

Gotina xwecihiya Amûdê ji hêla serokê wê ve Elî Begarî hate xwendin ku tê de li ser hûrgiliyên herdû rojên komkujiyê bi şêweyekî berfireh axivî.

Begarî di gotinê de doza komîteke yasayî ser bi xwe kir ku vekolînê di komkujiya Amûdê de bike û kujeran pêşkêşî dadgehan bike.

Gotina malbatê pakrewana ji hêla Mehmûd Xelo bavê pakrewan Nadir hate pêşkêş kirin yê ku tê de balkişand ku ta vê gavê xwîna zarokên wan li ser zemînê ye û ew wan ji bîr nakin.

Ji hêla xwe Xelo doza vekolînê di kokujiya Amûdê de kir û doza dadgeh kirina kujeran kir.

Tê zanîn ku di 27-6-2013 hêzekê ji Yekîniyên Parastina Gel YPG êrîşî xwepêşindaneke sivîl li Amûdê kirin û ew gulebarandin û di encamê de şeş kes pakrewan ketin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button