Break newsNûçeslide

Amerîka spasiya taybet bo serok Barzanî birê dike

Yekîtî Media 9/7/2017

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk spasiya taybet ya Amerîka arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike, ji ber wê yekê ku Kurdistan asankariyên mezin bo derbaskirina hevkariyên mirovî ji xelkê Sûriye re kiriye.

Roja yekşem 09.07.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Şerê Da’îş û şandekî li gel kir ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Henry Hagard Konsolê Giştî Amerîka bi Wekalet li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Balyozxaneya Amerîka li Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de rewşa meydaniya bereyên şerê dijî terorîstên Da’îş li Musil û qonaxa piştî Da’îş û gefên wan xistin ber behs û guftûgoyan û Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan û artêşa Iraqê li têkşikandina terorîstan û operasyona azadkirina Musilê bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku hebûna hemahengiya kêmwêne li navbera Pêşmerge û hêzên hevpeymanan serkeftina mezin pêkaniye.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Sûriye û hewlên Amerîka û hêzên din ji bo azadkirina Reqqe nirxandin û Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş spasî taybetî Amerîka pêşkêşî Serok Barzanî kir ku Herêma Kurdistanê hêsankariyekî mezin ji bo derbasbûna hevkariyên mirovî ji bo xelkê lêqewimiyê Sûriye encam daye.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî her dû alî di derbarê referandûm û hengavên gelê Kurdistanê yê ji bo serbixweyî yê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku di derbarê vê babetê de her dû alî li peywendî û şêwirînên berdewam da bin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button