Break newsNûçeslide

Amerîka pêşwaziyê li destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Yekîtî Media 25/10/2017

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, pêşwaziyê li daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku tê de encamên referandûmê rawestand û amadehiya danûstandina ligel Iraqê derbirî.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsî, Amerîka pêşwaziyê li daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, bo agirbestê, dawîanîna operasyonên leşkerî, aramkirina rewşê û destpêkirina guftûgo û danûstandinan.

Herwiha nivîsiye: Daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê gaveke berve pêşve ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button