Break newsNûçeslide

Amerîka: Nabe hevpeymanên me şerê hev bikin

Yekîtî Media 31/8/2016

Amerîka pêşwaziya agirbesta di navbera Tirkiye û hêzên Kurdî dike û dibêje, nabe du hêzên di Hevpeymaniya Navdewletî de şerê hev bikin.

Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkayê Cosh Arnest ragihand, Amerîka pêşwaziya agirbesta ku şeva bor di di navbera Tirkiye û hêzên Kurdî de hatiye ragihand, kir û got nabe hêzên şerê DAIŞ û terorê dikin, rûbirûyî hev bibin.

Tirkiye roja 24 Tebaxê derbasî nava xaka Sûriyê bû û dest bi operesyona “Mertala Feratê” li Cerablusê kir. Tirkiye dibêje armanca wan dûrixistina DAIŞê ji sînorê wê ye.

Ji aliyê xwe ve, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Tirkiyê tuhmetbar dikin ku, ew hatiye xaka Sûriyê dagîr bike û nahêlibe herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ava bibe.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji “Rueters” re ragihand ku, rêkeftina di navbera Encûmena Leşkerî û Tirkiyê de çê bûye û di bin çavdêriya Hevpeymaniya Navdewletî de ye.

lê di heman demê de çavkaniyên opozîsyona Sûriyê dibêjin ku, tiştê çê bûye ne rêkeftin e, lê agirbesteke demkî ye.

Ji aliyê xwe ve, berpirsekî leşkerî ji artêşa Tirkiyê ragihand, ev agirbest red kir.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button