Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka firokeyên şer dide Qeterê

Yekîtî Media 15/6/2017

Hat ragihandin ku Qeterê ji bo sitandina balafirên şer ên F15 bi bihayê 12 milyar dolarî bi Amerîkayê re peyman çêkir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Qeterî QNAyê ragihad ku li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Qeterê, Qeter ji bo sitandina firokeyên şer ên F15 bi Amerîkayê re peyman çêkir.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê yê Qeterê Xalid bîn Mihemmed el-Atiye îro ji bo îmzekirina peymanê li Waşingtonê bi Wezîrê Parastinê Jim Mattis re hat bal hev.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button