Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka: Esed amadekariya bikaranîna çekên kimyawî dike

Yekîtî Media 27/6/2017

Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku hikûmeta Sûriyê amadekariya êrîşeke bi çekên kimyawî dike ku bibe sedema komkujiya welatiyên sivîl.

Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li Sûriyê amadekariya êrîşekê kimyawî tê kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat: “Amerîkayê tespît kir ku ji bo êrîşeke bi çekên kimyawî ya wê bi destê rêjima Esed bê kirin û îhtimal heye ku bibe sedema mirina zarokên mesûm, amadehî hene. Ev amadehî dişibin amadehiyên beriya êrîşa bi çekên kimyawî yên ku di 4ê nîsana 2017an de hat kirin.”.”

Ji aliyê din ve Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikkî Haley jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku di êrîşekê wiha de Îran û Rûsyayê piştgiriya Esed dikin jî tê wek berpisyar bêne dîtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button