Break newsNûçeslide

Amerîka daxwaza HSD red dike

Yekîtî Media 28/12/2016

Amerîka daxwaza Hêzên Sûriyaya Demokratîk bo mûşekên li dijî firokeyan red kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner raghand, ew ti mûşekên li dijî firokeyan (Yên li Milan tên hilgirtin) nadin opozîsyona Sûriyê.

Toner got: “Me ti sîstemên bergîriya asmanî yên li ser milan tê hilgirtin nedane opozîsyona Sûriyê, helwesta me derbarê wî çekî de nehatiye guhartin û metirsiyên me hene ku ev cure çek bigihîne Sûriyê.”

Berdevkê HSDê Telal Silo berî demekê daxwaz ji Amerîka kiribû ku di pêşerojê de çekên li dijî firokeyan bidin wan, da ku xwe ji êrîşên asmanî biparêzin, ji ber ku dijminên wan bi firokeyan êrîşî wan dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button