Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka: Berpirsyatiya me ya sincî bo piştgiriya Kurdan heye

Yekîtî Media 8/12/2016

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê ragehand ku, Amerîka sipasiya Kurdan û pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dike, herwiha endamekî kongresê jî dibêje ku, Amerîka berpirsyaretiya sincî heye , piştgiriya Kurdan bike.

Şanda bilind a Herêma Kurdistanê bûye heftiyek li Amerîkayê û heta niha gelek civîn ligel berpirs û rayedarên wî welatî re pêkanîne.

di çarçoveya hevdîtinên xwe de şanda Herêma Kurdistanê ligel komîteya ewlekariya kongresê bi serokatiya sînator Dayan Vaynstin, serokê komîteya ewlekariyê li Encûmena pîran a Amerîkayê civiyan, di wî civînê de wî sînatorî got ku, Amerîka di dema borî de pişta xwe dabû Kurdan lê belê niha ew êdî wê yekê nake, Amerîka berpirsyaretiya sincî bo alîkariya Kurdan heye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button