Break newsNûçeslide

Amerîka : Artêşa Sûriyê zû ji bajarê Tedmûrê vekişiya

Yekîtî Media 14/12/2016

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehand ku, Artêşa Sûriyê zû ji Tedmûrê vekişiya û çekên xwe yên giran bicih hêlan, DAIŞê jî dest danî ser wan çekan.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Jeff Davis di kongireyekî rojnamevanî de wiha got:”Mixabin Artêşa Sûriyê bajarê Tedmûrê yê dîrokî zû bi cih hişt, ev yek tê wê wateyê ku, tenê dixwestin Helebê  kontirol bikin.”

Pentagonê dazanîn ku, ew çekên giran yê ku, Artêşa Sûriyê bicih hêlane DAIŞê dest danî ser wan, aşkere kir ku, ew êrîşa DAIŞê li ser bajarê Tedmûrê tûndtirîn êrîş bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button