Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Almanya cardî dest bi rahênana hêzên Pêşmerge dike

Yekîtî Media 23/10/2017

Wezareta berevaniya Almanya ragihand: Ewê berdewam bin li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û peywendiyên wan li gel Herêma Kurdistanê wê berdewam bin.

Peyvdarê wezareta berevaniya Almanya Yens Flosdorf îro li Berlînê got: “Kurd soz daye çekên Almanî tenê di şerê dijî DAIŞê de bikar bîne û bi ti awayî çekê Almanî li dijî Heşda Şeibî bikar neaniye û rewş bi hûrî di bin çavdêriyê de ye.”

Got jî: “Nakokiyên di navbera Kurd û hikûmeta Bexdayê de, bi sedema daxwaza serxwebûnê kûrtir bûn, lê hikumeta Bexdayê ew pirs bi yekcarî red kir.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button