Break newsNûçeslide

ENKS kiryarên çekdarên PYD şermezar kir

Yekîtî Media 11/1/2017

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê kiryarên girûpên çekdar yên girêdayî partiya Yekîtiya demokrat PYDê belavkir, têde ew kiryarên lêdan û revandina çalakvanan û êrîşkirina bargehan belgekir.

Di beşekî din yê daxuyaniyê, ENKSê ew kiryar bi tundî şermezarkirin û ew bi kiryarên nemirovî wesif kirin, herweha tekezkir ew berdewame di xebat û çalakiyên xwe yên siyasî di aliyê netewî û yê niştimanaî.

Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê doz li hêzên Kurdistanî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişaran li PYD bikin daku dev ji van kiryarên xwe berde, ku tenê dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button