Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rûsya û Çîn Vîto li dijî projebiryara agirbestê li Helebê bikar tînin

Yekîtî Media 6/12/2016

Rûsya û Çînê Vîto li dijî projebiryara Encûmena Asayişa Navdewletî bikar anîn, ku tê de agirbesteke yekhefteyî li Helebê dihate xwastin.

Encûmena Asayişa Navdewletî doh derbarê dengdana li ser proseyeke agirbestê ya 7 rojan civiya.

Balyozê Rûsya di NY Vîtalî Çorkîn piştî bikaranîna Vîtoyê ragihnad ku, çekdarên opozîsyonê di agirbestê de derfetê dibînin ku ji nû ve xwe bi rêkxistin bikin û xalên xwe tund dikin, ev yek jî dihêle xelkê sivîl bêtir azarê bibînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button