Break newsRaportslide

Şanda ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro ligel Marta Doro  berpirsa karûbarê siyasî di Netewên Yekbûyî de civiya

Yekîtî Media 25/8/2016

Şandek ji encumena niştimanî ya kurd li sûrî bi serokatiya Ibrahîm Biro li gel Marta Doro  berpirsa kar û barê siyasî di netewên yekbûyî li Hewlêra paytext civiya .

Di wê civatê de Marta Doro doza nasîna sedemên binçavkirina serkirde û endamên encumenê ji hêla partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD kir .

Herwiha ji aliyê xwe ve şanda ENKS bipêkirinên pyd li deverên kurdî diyar  kirin û dorpêçkirina rêjîma sûrî û rêxistina daiş ji bo deverên kurdî gengeşe kirin.

Di heman mijarê de Marta Doro soz da şanda encumana niştimanî ya kurd ku wê ew van pirsgirêkan  bighîne kesên pispor da ku çareseriyekê jêre bibînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button