Break newsNûçeslide

Amerîka beşek hêza xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişand

Yekîtî Media 20/8/2016

Berpirsekê ji Wezareta Bergiriya Amerîkayê ragehand ku, piştî rejîma Sûriyê dest bi êrîşên xwe li bargehên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kir,  Amerîka beşek ji hêza xwe ji navçeyê vekişand.

Derbarê vê yekê ajansa CNN a Amerîkî di nûçeyekê xwe de ragehand ku, Berpirsekê ji Wezareta Bergiriya Amerîkayê ragehand ku piştî rejîma Sûriyê dest bi êrîşên xwe li bargehên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê kiriye Amerîka beşek ji hêza xwe ji navçeyê vekişand.

Wî berpirsê amerîkayê diyar nekir ku, Amerîka dê hemû hêza xwe ya Rojavayê Kurdistanê vekşîne yan na, Da zanîn ku hêzên Amerîkî rastî zirarê nebûne.

Ev sê rojin şerûpevçûn di navbera rejîma Sûriyê û Asayîşa PYD li bajarê Hesekê berdewam dikin, bi armanca parastina hêza xwe jî Amerîka du firokeyên şer şandin wî bajarî.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button