NûçeslideUncategorized

Rêxistina Dihokê ya partiya Yekîtî serdan gora Barzanî kir

Yekiti Media

Şandek ji rêxistina Dihokê ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya roja Înê serdana gora nemir Mele Mistifa Barzanî û Idrîs Barzanî kir.

Şanda partiya Yekîtî ji hêla şêx Xelat Barzanî hat pêşwazkirin yê ku di gotinekê de bi xêr hatin bi şanda Yekîtî da.

Ekrem Reşîd endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotina partiyê pêşkêş kir û têde li ser xebata Barzanî û beşdariya wî di damezrandina komara Mihabad û li darxistna wî şoreşên Kurdistana Iraqê axivî.

Di heman gotinê de Reşîd  rola Barzanî di geşkirina hestên netewî li cem gelê Kurd li seranserê her çar perçeyên Kurdistanî anî ziman û tekez kir ku ew şopa wî bernadin û ewê li ser rêbaza wî karbikin.

Tê zanîn ku Mele Mistifa Barzanî yek ji mezintirîn serokên Kurda ye û roleke wî mezin hebû ku hestên netewî li cem gelê Kurd geş bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button