Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Emar Hekîm dest ji partiya xwe berda

Yekîtî Media 24/7/2017

Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê, Emar Hekîm dest ji wê encumenê berdide û li gorî zanyariyan dê partiyeke nû ava bike.

Endamê Fraksyona Muwatin li parlamentoya Iraqê, ku fraksyona parlemanî ya Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê ye, Mihemed Mesûdî ragihand, Emar Hekîm îşev demjimêr 20:00 li bajarê Bexdayê gotarekê pêşkêş dike.

Mesûdî amaje bi wê yekê kir, ku “bi sedema çêbûna nakokiyê di nava Encumena Bilind a Îslamî ya Iraqê de, Emar Hekîm dê di gotara xwe ya îşev de, destêberdana xwe ji wê encumenê aşkere dike û dê wê encumenê ji serkirdeyên din re bi cih bihêle.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button