Break newsNûçeslide

Noah Bonsey: Kadroyên PKK rojavayê Kurdistanê birêve dibin

Yekîtî Media 21/7/2017

Mezinê şîrovekarê Grûpa Kirîza Navdewletî Noah Bonsey ku ev cara 5an e serdana Rojavayê Kurdistanê dike, lêkolîneke berfireh belav kiriye.

Noh Bonsey dibêje, tevî ku gelek alî û partiyên siyasî di nav Rêveberiya Xweser de cih digrin jî, lê kadiroyên PKK hersê herêmên Cezîrê, Efrîn û Kobanî birêve dibin û herêmên Kurdî di destê wan de ye.

Noh Bonsey dibêje, ku wî xwest hin kesayetiyên ku rexneyan li PYDê dikin bibîne, lê vê carê ew kesayetî yan girtî bûn, yan jî ji tirsa girtinê welat bicî hiştibûn.

Bonsey di derbarê girtina siyasetmedaran de eşkere dike, ku hinek berpirsên YPGê li dijî girtina siyasetmedaran in, li gor ku ew dibêjin ev girtin bandoreke nerênî li ser wan çêdike, ji ber ku kesên têne girtin tu gefekê li ser wan nakin û li ser asta navdewletî dide xuyakirin ku ew rêveberiya kurdî dîktator e.

Mezinê şîrovekarê Grûpa Kirîza Navdewletî dibêje, xelk pir li ser pirsa koçberiyê diaxive û ji hev diprsin, ka kî maye û kî derketiye derve? Leşkeriya bi zorê û rewşa aborî sedemên koçberiyê ne.

Herweha Bonsey diyar dike ku, ku xelekê nû ji navçeyên din yên Sûriyê berê xwe daye navçeyên Kurdî û bicî bûye.

Bonsey di derbarê pêwendiya Rêveberiya Xweser û PYDê bi PKKê re dide zanîn, ku wêneyên serokê PKK Abdulah Ocelan li her cihekî bilind kirine, heta di nava ofîsên berpirsên Rêveberiya Xweser de jî fotoyên Ocalan têne dîtin.

Avesta

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button