Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê bajarê Efrînê topbaran dike û welatiyek şehîd bû

 Yekîtî Media 16/7/2017

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê vê carê bajarê Efrînê didin ber topan.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Efrînê agihand, 6 topên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, îro ji demjimêr 16:30 ve piştî nîvro li bajarê Efrînê ketin.

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Doxan Henan jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndarbûn.

Nûçegihanê me herweha tekezkir ku topxaneya artêşa Tirkiyê herdû gundên Astaro û Tel Tewîl û çend gundên din yên nêzîkî sînor topbaran kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button