Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê devera Şehba topbaran dike

Yekîtî Media 10/7/2017

Artêşa Tirkiyê gundên devera Şehba ya li bakurê Helebê bi top û mûşekan armanc dike, di encamê de hate niha 4 kesan canê xwe jidest dane û hejmarek birîndar hene.

Çalakvanên ji bajarê Efrînê ragihandin, îro ji piştî nîvro ve, artêşa Tirkiyê gundên Ehres, Kefir Hemra, Şêx Îsa û Kefir Nasih bi top û mûşekan armanc dike.

Li gor zanyariyan, ku topbaran heta niha berdewam e û heta niha 4 kesên sivîl canê xwe jidest dane û hejmarek birîndar hene, di nava wan de jin û zarok hene.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button