Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

YNK Arêz Ebdulah li cihê Ala Talebanî destnîşan dike

Yekîtî Media 1/7/2017

Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serokê fraksiyona wê li parlementoya Iraqê diyar bike. Li gor zanyariyan jî Arêz Ebdulah wê postê werdigire.

Li gor zanyariyan, her di wê civînê de YNKê amadekariyên bo destpêkirina guftûgoyê di navbera YNKê û Tevgera Goranê û pirsa destnîşankirina endamên xwe di komîteyên referandûmê gotûbêja dike.

Roja 12 Hizîrana 2017an, bi biryara Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Seroka Fraksiyona Kesk Ala Talebanî hatibû dûrxistin.

Ala Talebanî di bernameya kaneleke Erebî ya nêzîkî Nûrî Malîkî de gotibû; “Malbata Talebanî ne Kurd in û eslê wan Erebên Şîe ne, ji hoza Esedî ne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button